Derwese Evdi Mp3 İndir
Delalê min way delal,
delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo
Dewrêşê dilê min sîwar bû, li derê mala bavê min pêya bû
Dewrêşê dilê min rebenê sîwar bû, li der
ê mala bavê min porkurê pêya bû
Xwedê xera bike destê min ji agirê
cixarê, fincana hatin û çûyina mêvana xalî nebû
Min dît keçika cînara xeberê ne bixêrê ji min re dihanî vax
Digo: lê lê porkurê ma tu nizanî Dewrêşe dilê te xeyîdî, ber bi mal bû
Ewê gavê çavên min mîna taviya berf û
baranê ji hêstira xalî nebû, ez nemînim.
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax...
Delalê min way delal,
delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo
Dewrêşo lo, were mala bavê min mêvanî, Dewr
êşo berxo, were mala bavê min porkurê bi mêvanî,
Ezê ji Dewrêşê dilê xwe re dayînim kulavekî sor yê Kurdistan'ê
Ezê ji Dewrêşê dilê xwe re serjê bikim miha sora ser beranî
Gava kalê bavê min û pîra dayîka min gotin
: lê lê porkurê kanî miha sora ser beranî ax
Ezê bibêjim korbûno şivanê me lawikê xelkê bû, şev bû
tarî bû ba bû baran bû, ji çolê nehanî gura xwarî
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax...
Delalê min way delal,
delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo
Dewrêşo berxo ne bi hatinê qet ne bi çûyînê, Dewrêş
o lawo ne bi hatinê qet ne bi çûyînê ax
Dewrêşo berxo heft birayê min hene li ber kuştinê, kalê
bavê min û pîra dayîka min ser tenaşoyê li ber şûştinê wax
Gava çavên min porkurê bi çavên derwêşê Evdî kinê kalî
mêra diketî ji min wekirî temamî sax e li heyata vê dinê
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax...

