Evina Dû Çiya Albüm Kapağı
Şarkı: Evina Dû Çiya Süre: 5:06 Dakika
MP3 İndir

Evina Dû Çiya Mp3 İndir

Min go ez Ararat im, tenê û tenha
Te go ez jî Sîpan im, berf û derya
Min go ez Ararat im, tenê û tenha
Te go ez jî Sîpan im, berf û derya
Berfa min ji benda mayîna te helîya

Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Hesir bim sozdare
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê

Hêsir bim sozdarê

Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê vê dinyayê
Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê ve dinyayê
Lerizî payiza min li pelê darê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê
Lerizî sozdarê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê
Lerizî sozdarê

Kî dibê çîya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Kî dibê çîya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Ji bazkê balindeyan bêhna yarê tê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê

Kategori: Genel